Nisêbîn û Şirnexê 'pilanên hilweşandinê'

19:20

JINHA

ŞIRNEX/MÊRDÎN - Hat diyar kirin ku dê Şirnex û Nisebînê wekî qada perwerdeyê ya tîmînên taybet bê bikar anîn. Her çendî daxuyaniyên wekî "operasyon bi dawî bûn" bên dayîn jî Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Galîp Mendî diyar kir ku ew dê 2 hezar Tîmên Tevgera Taybet ên Cendirmeyan bişînin herêmê. Piştî van daxuyaniyan îdiayên dê li her du bajaran wekî "qadên perwerdeyê" bi kar bînin jî piştras dibe.

Dewleta tirk a dagirker li gelek bajarên Kurdistanê di bin navê "plana hilweşandinê" de êrîşên xwe yên qirkirinê berdewam dike, hat diyar kirin ku dê gelek Tîmên Tevgera Taybet bişîne Şirnex û Nisêbînê û li bajarên ku hat gotin operasyon "bi dawî bûn" dê wekî qadên perwerdeyê bên bi kar anîn.

Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Galîp Mehdî duh der barê Şirnex û Nisêbînê de daxuyanî dabû û ev tişt gotibû: "Li her du bajaran operasyon berbi dawî ve diçe, me 2 hezar Tîmên Tevgera Taybet ên Cendirme şandin herêmê." Piştî vê daxuyaniyê derket holê ku dê ev bajar hilweşandina wan berdewam bike.

Mendî daxuyaniya ku dabû NTV îdia kiribû ku operasyonên li Şirnexê sedî 90, operasyonên li Nisêbînê jî sedî 80 bi dawî bûne. Mendî got ku 2 hezar Tîmên Tevgera Taybet ên Cenderme perwerdeya xwe bi dawî kirine û şandinên nû pêk hatine.

Piştî Koordînasyona Giştî ya YPS'ê aşkera kir ku wan hêzên xwe li Nisêbînê kişandine, hêzên dewletê wekî ku pevçûn li herêmê pêk tên qedexeya derketina derve berdewam dike û bajar dide ber agir, ev jî dide xuyakirin ku dê herêmê wekî cihê perwerdeya tîmên taybet bi kar bîne.

(kom/zt)