ROJEVA 30'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*HPC-JIN ku di meha Nîsanê de xwe bi awayek xweser birêxistin kir, bûye navenda kêşwerî ji bo jinan. Rêvebera HPC-JIN a bajarê Dirbêsiyê Henîfe Ehmed diyar kir ku her diçe tevlîbûna jinan zêde dibe û got ev jî nîşan dide ku jin bi girîngiya parastina cewherî bêtir hesiyane. Rêvebera HPC-JIN a bajarê Dirbesiyê Henîfe Ehmed elaqeya mezin a jinan ji bo qada parastina cewherî nirxand û da zanîn ku ev yek asta têgihiştina jinan di warê prastinê de nîşan dide.
*Remziye Bor a ku di 19'ê Nîsanê de li taxa Xaçortê ser Rêya Armûşê ji aliyên polîsan ve birîndarbû û piştî têkoşîna jiyanê a 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Xesiya Remziye yê Kiymet Bor diyar kir ku dê zaroka Remziye Bor Neval dayika xwe ji wêneyan nasbike.
*Dayîkan tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiryareke dij-mirovahiyê pênase kirin û gotin, "Yên girtî desthilatdar bixwe ne, Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ve azad e.
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku hem ew ê demokrasiyê li Tirkiyê pêşbixin, hem jî ew ê li Kurdistanê xweseriya demokratîk înşa bikin û got wekî Rojava û Kobanê li Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever û Şirnexê gel bi ser bilindiyek mezin ser piyanin.
* Piştî rabûna qedexeya Surê vêcarê jî dema welatî li malên xwe vegeriyan rastî tindiya polîsan û gotinên weke "Hun çima hatin" tên. Li hemberî van tindiyan jî bersiva welatiyan wihaye: "Bila mêtînger şanebin, em Surê nadin kesê."