Ji ber bombabaranê qadek mezin şewitî
10:07
JINHA
MÊRDÎN - Piştî li 13 taxên navçeyên wekî Mehsert, Midyad û Nisêbînê yên Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin, piştî qedexe rabû hovîtiya hêzên tirk a li hemberî xwezaye xwe da der. Ji ber bombebarana balafirên şer, heremeke bi hezaran donimî hat şewitandin. Li gorî şahidên buyerê, ji balafiran dûkelên rengên cuda rabûne.
Berî çend rojan li 13 taxên navçeyên Nisêbîn, Mehsert û Midyadê yên Mêrdînê qedexe hatibû îlankirin, bi qedexeyê re bombebarana li hemberî herêmê hatibû destpêkirin, di bombebarana balafirinên şer de gelek herêm hatin şewitandin. Ji ber bombebaranê li gundên wekî Fafê û çoltara Ziyareta Keferdê bi hezaran donim erdên welatiyan ê çandinî hat şewitandin. Ji ber şewata demdirêj gelek darên kîraz, badem û berûyê bi tevahî şewitîn.
'Bombeyan rengên cuda derdixin davêtin'
Şêniyên herêmê yên ku di dema bombebaranê de li herêmê bûn, dan zanîn li herêma şûnwarên kevin ên Ziyareta Keferdê bombeyên ku dûkeleke rengên cuda derdixist hatiye bikaranîn û li hemberî daristan û şikeftên herêmê bi deha bombe hatine bikaranîn.
(kom/zt)