ROJEVA 31'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên ku ji ber zextên mêr ji jiyana xebatê dur ketine, li Çinarê destpêka jiyanek nû dikin û cesaretê didin jinan. Jinên ku ligel qadan cihên kar vedikin dibêjin ‘Jiyana jinan ne mal û zarokin. Em jin wê Çinarê bi teşe bikin.

*Li Rojavayê Kurdistanê hilberîna ku bi pêşengî û keda jinan pêk tê, rengê jiyanê diguhere. Jina Ereb Nacma Rehab diyar kir ku bi encam girtin ji hilberînê rûyê wan û jiyana wan geş bûye.

* Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Arkun diyar kir ku piştî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê hejmara kesên reda xwe ya wijdanî aşkera dikin zêde bûne û got jin jî li dijî leşkeriya bi zorê, zayendperestî, taciz,tecawiz şîdet û mîlîtarîzmê, reda xwe ya wijdanî aşkera dikin.

*Şervanên YPJ'ê têkîldarê êrîşên çeteyan û dewleta Tirkiyê ên li ser Kantona Efrînê nirxandin û wiha gotin gel dê xwedî li têkoşîna şervanên xwe derên.

*Li bajarê Serêkaniyê di binesaziya Akademiya Şehîd Welat de 1. dewreyê bi navê Şehîd Zelal Cûdî hat vekirin. Dewreya ku bi tevlîbûna 24 endamên TEV-ÇAND'ê hatî dest pêkirin, bi gotûbêjên gerim rêve diçe. Endamên Akademiyê wiha gotin, "Em xweşikbûna di hundirê xwe de derdixin û bi hev re parve dikin."

*Rojnamegeran, girtina nûçegîhanên DÎHA’yê ku rastiya şerê li Kurdistanê tê jiyîn didin bihistin, nirxandin û gotin dema ku desthilatdarî zêde sûcan dike êrîşê rojnamegeran dike û got ew wê xwedî li DÎHA’yê û pîşeya xwe derkevin.

*Jinên Geverê piştî ku qedexeya derketina kolanan rabû carek din vegeriyan navçeyê rastî dîmenên talan û hilweşandinên malên xwe hatin. Jinan diyar kirin ku bi talan kirine û wiha got, "Tîmên taybet ketina xaniyê min û bi dilê xwe tê de geriyan e. Kuçikên xwe berdana nav xanî û tar û mar kirine. Em vê qebûl nakin. Ûsûlekî şer heye. Di kijan şer de hatiyê dîtin ku zerarê didin sîvîlan. Ev bê axleqiye."