Li bajarê Qamişlo civîn hat li darxistin
11:44
JINHA
QAMIŞLO - Hêzên YPJ/YPG'ê têkîldarê pêvajoyê ji welatiyên taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo re civîn pêk anî. Civîn ji aliyê Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz û Fermandara YPG'ê Ala Helgurd ve hat li dar xistin.
Têkîldarê pêvajoyê Fermandarên YPJ/YPG'ê li Taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo civînek ji bo welatî li dar xistin. Di civîne de Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz kesên ku di heyva Gulanê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî û girtina deriyê Sêmalka nirxand. Evîndar her wiha qala hemleyê Reqayê ku bi pêşengiya fermandarek jin tê rêvebirin jî weke gavênd îrokî nirxand û wiha got, "Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin. Divê em tecrîta li ser Rêberê xwe em ji bîr nekin. Hêza Parastina Gel hêza xwe ji gelê xwe digire. Dîsa hamleya ji bo rizgarkirina Reqa'ye hatî dest pêkirin û wê bidome. Lê bêle divê em jî erkên xwe ye welatpareziye ji bîr nekin. Li ser banga gelê me QSD pêşve diçe. Heya zilm li ser gelê me rabe hemleyê rizgarikirina Reqayê dê berdewam bike. Gelê Kurd êdî ji tu kesî û ji tu tiştî natirse. Dîsa em şehîdên Qamişlo bi rêz bi bîr tînin û dibejin şehîd namirin."
Piştî nirxandinên li ser pevajoyê, pirsên gel hatin girtin û bersiva pirsan hate dayîn. Bi duruşmeyên "Bijî gelê Kurd û HPC", "Bijî Serok Apo", "Bimre xiyanet", "Şehît namirin"civîn dawî bû. Di dawiyê de bi coşa dest pêkirina hemleyê govend hate gerandin.
(fe-gb/hs/rc)