Derya yê ku li Geverê hat binçavkirin serbest hat berdan
12:40
Gulan
31
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG – Jina bi navê Derya Yilmaz a piştî Geverê “qedexe” hat rakirin dihat navçeyê hatibû binçavkirin serbest hat berdan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî dorpêç bi roj hat rakirin welatiya bi navê Derya Yilmaz dema dihat bajêr li ser riya Şemzînanê li noxteya kontrolê ya Jendermeya Harûnan hat binçavkirin. Derya piştî îfadeyê serbest hat berdan.
Hat ragihandin ku Derya ji ber lêpirsîneke 2003’an dederbarê wê de hatiye vekirin hatiye binçavkirin.
(rc)