ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê ku ji aliyê QSD'ê ve hatî dest pê kirin rastî bertekên erînî yê jinan tê. Jinên Efrînî kêfxweşiya hemleyê parve kirin û gotin, "Ev hemle mizgînî ji bo jinan e."

*Endama Însiyatîfa Jinên Ciwan a Demokratîk Tîrda Avesta diyar kir kul i dijî tacîz, tecawiz û şîdetê, li kolan, malê, cihê kar, dibistan û her derê wê di parasina cewherî de bin û got wan li dijî zîhniyeta serdest ya mêr şer dane destpêkirin. Tîrda got; “Emê bi ruhê berxwedêr yê Arînan, Rozayan, Adaran, Bêrîtan, Sakîne, Zîlan û gelek jinên Kurd di parastina cewherî de bin.”

*Li bajarê Til Temir jin hem di qadê aborî hem qadê perwerdê û hem jî dirûngehan de bi aweyek çalak cih digrin.

*Dayika endamê DBP PM’ê Mehmet Yavuel ku ji aliyê hêzên dewletê ve di bodruma Cizîrê de hat qetilkirin, Hanim Yavuzel got: “Emê bi têkoşîn û berxwedanê mafê xwe ji vê dewletê bigirin. Emê mafê xwe bigirin û xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Emê qezenc bikin. Piştî ku me xaka xwe, nasname, ziman û hemû mafên xwe girtin emê cîhaneke azad û xweşik ji zarokên xwe re bihêlin.”

*Dayika endama YPS-JIN Filiz Yagiz (Binevş Gabar) a ku li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin Zubeyde Yagiz diyar kir ku Binevş li hember pergala ku kolekirinê ser jinan ferzdike tevlî refên azadiyêbû.