Vegera Geverê berdewam dike
13:06
JINHA
COLEMÊRG – Li navçeya Geverê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin û wêrankirin vegera malbatan berdewam dike û komên girêdayî şaredariyê jî ji bo birînên welatiyan derman bike dest bi kar û xebatan kirin.
Navçeya Geverê ya Colemêrgê ku piştî 79 rojan “qedexe” di nav rojê de hat rakirin ji ber êrîşên hêzên dewletê veguherî qada şer. Welatiyên ku demên “qedexeyê” de b idarê zorê hatin koçberkirin jî vedigerin axa xwe. Ji ber vegera zêde bi hezaran welatî hêj li noxteya kontrolê ya Pireya Nû û ketina navçeyê de radiwestin. Welatiyên ku heya êvarê nikarin bikevin navçeyê jî ji ber helwesta kêfî ya polîsan neçarî di wesayîtên xwe dde radizên.
Di bin enqazan de 'bîranînên' xwe derdixin
Malatên ku karîn bikevin taxên Cumhuriyet, Dizê, Orman, Kişla, Mezarlik û Gungurê yên pêvçûn lê zêde qewimîn jî birînên xwe derman dikin. Di taxên ku piraniya malan bi çekên giran hatine hilweşandin welatî eşyayên xwe yên di bin enkazan de mane derdixin. Welatiyên ku li hember tabloya giran bi bertek in bi awayek komunal jî paqijiya derdorê dikin.
Ji bo welatiyên demên qedexeyê de hatin mexdûrkirin jî komên girêdayî şaredariyê dest bi xebatan kirin. Endamên Komîsyona Tespîta Xisarê yên di bin şardariyê de hatin avakirin ji bo malên li Gungorê hatine hilweşandin û şewitandin lêkolînan dikin. Endamên komîsyonê dê piştî vê taxê derbasî taxên di bibin û lêkolînên xwe dê raya giştî re parve bikin.
Ji bo pêdiviyên jiyanî yên welatiyan bên pêşwazîkirin jî komên gîrêdayî şaredariyê dest bi belavkirina xwarinê kirin û dê di demeke kurt de jî ji bo avakirina cihan kampanyayê bidin destpêkirin.
(kom/zt)