'Werin em dorpêçê bişikînin û cenazeyên xwe bigirin'

15:42

JINHA

MÊRDÎN – Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Mêrdînê daxuyaniyek da û bang li gel kir ku tevlî meşa dê ber bi Nisêbînê ve bê despêkirin bibin.

Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku tevlî meşa ber bi Nisêbînê ve ya ji bo girtina cenazeyan bibin. Di daxuyaniya ku li salona civînê ya rêxistina DBP’ê ya Artukluyê hate dayîn de gelek dayikên aşitiyê tevlî bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hatin daliqandin. Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Mêrdînê Halîme İşik diyar kir ku li Nisêbînê 42 cenaze li deverên cûda tên sekinandin û wiha axivî: “Êdî roj roja dawî ye. Divê dayikên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê bi giştî dest bidin hevdû û li hemberî komkujiyan bisekinin. Em bang li rayedaran dikin ku dev ji polîtîqayên qirkirinê berdin û dorpêça li ser bajarên Kurdistanê bi dawî bikin.”

Halîme bang li hemû welatiyan kir ku tevlî meşa dê li taxa Girherînê ya Mêrdînê bi pêşangtiya HDP, DBP, KCD û Saziyên Sivîl yên Mêrdînê ber bi Nisêbînê ve bên kirin bibin.

(kom/zt)