ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Kongereya Star li Kontona Efrînê projeyeke nû ya cildirûnê û karê destan vekiribû. Derbarê vekirina vê atolyeyê de rêvbera atolyeyê Gulê Selmo ji ajansa me re axivî.
*Civaknas Dîcle Kogacioglu di sala 2009’an de got ‘Pir zêde êş heye’ û dawî li jiyana xwe anî. Dîcle li ser cînayetên namûsê dixebitî. Rewşa jinên ku Dîcleyê destê xwe davêt wan guherî gelo? Di ser çûyîna wê de 7 sal derbas bû lê cînayet ji sedî 1400 zêde bû. Tenê di 2015’an de 284 jin hatin qetilkirin.
*Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîre Gewriyê, têkîldarê zagonan nirxandin kir û got, zagon bandorek mezin li ser jinan û civakê dike.
*Bûka baranê (bûlilok) kulîlke. Heke belgên wê yên kesk bên givaştin û ava wê bi hingiv ve bê vexwarin, wê xîz (qûm) û kevirên di nav gurçikan de bêxe.
*Jinên bajarokê Holê ya ku dikeve Rojhilatî Hesekê û Koçberên Reqayê ên ku li Kantona Kobanê bi cih bûne diyar kirin ku ew bi hêviyê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ye.
*Ji ber qeyrana siyasî li Burundiyê gelek welatî neçar man cih û warên xwe terk bikin. Pirani jin û zarokên ku koçî Komara Demokratîk a Kongoyê ji bo li ser lingên xwe bisekinin û bijîn, sewzê û sobeyên kîl çêdikin û bi vî aweyî ji nûde jiyana xwe avadikin.
*Bûşra Şîmşek ji bo li hember şîdet û êrîşên desthilatdariyê mêr parastina xwe yê cewherî pêk bîne dest bi Kick Boksa yê dike. Bûşra di vê beşa sporê de xwe pêş dixwe li Tirkiyê dibe yekem li cîhanê dibe duyem.