Piştî kuştinên jinan bibîranîna Dîcle Kagacioglu
09:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN-Civaknas Dîcle Kogacioglu di sala 2009’an de got ‘Pir zêde êş heye’ û dawî li jiyana xwe anî. Dîcle li ser cînayetên namûsê dixebitî. Rewşa jinên ku Dîcleyê destê xwe davêt wan guherî gelo? Di ser çûyîna wê de 7 sal derbas bû lê cînayet ji sedî 1400 zêde bû. Tenê di 2015’an de 284 jin hatin qetilkirin.
Endama Hîndekariya Fakulteya Zanistên Civakî û Hunerê ya Zanîngeha Sabanci. Alîkar Doç Dr. Dîcle Kogacioglu kesek girîng ya ji tevgera femînîst a Tirkiyeyê bû. civaknas bû û li ser zayenda civakî dixebitî. Li ser cînayetên namûsê xebat dimeşand. Xebata wê ya herî mezin ‘Otobiyografiyên Hiqûqnas û Li ser dînamîkên qanûnînbûna 12’ê îlonê fikirîn’, xebata wê ya herî mezin ya din jî li ser cînayetên ‘namûsê’ bûn.
‘Gotinên kevneşopî û cînayetên namûsê’
Dîcleyê cînayetên namûsê girtibû dest û ‘gotinên kevneşopî û xwezabûna desthilatdariyê: mînaka cînayetên namûsê’ amade kir û digot ‘ger li gorî mijara namûsê tevnegerin, em dizanin ku wê hinek tişt bên serê me’. Di gotara ku li ser cînayetên namûsê nivîsî de ev îfade cih digirtin.
Rûhevhatina jinan a bi namûsê re
“Em jinên li Tirkiyeyê dijîn bi têgeha namûsê re tên rû hev. Em hinek ji cînayetên namûsê dimirin, em hinek ji ber eteka me kine, lêdanê dixwin, hinek ji ber runiştina xwe hişyariyê digirin, hinek dema dest ji hevserê xwe berdidin, wekaleta zarokên wan nadinê, li fabrîkayan bi çavekê din li mirovan dinêri û hinek jî nahêlin jin bixebitin.”
‘Gelek êş heye, ez nekarim berxwe bidim’
Dîcle li ser cînayetên nasmûsê û şîdeta mêr dixebitî. Di 5’ê cotmeha 2009’an de dawî li jiyana xwe anî. Piştre ji malbata xwe re ev nîşe danî: “Gelek êş heye ez nekarim berxwe bidim. Ji kerema xwe re min efû bikin û xwe xemgîn nekin. Çi ji destê we hat, we kir. Ez lêborîna xwe dixwazim. Ez bêçareme. Baş li Çitçitê binêrin. Pereyê min her tiştî min bexşê sewalan bikin. Dîcle ji goristana Zincîrlîkuyu hat veşartin. Tabuta wê jinan hilda. Ligel malbata wê, xwendekar, hevalên wê, femînîst û akademîsyen beşdarî merasîmê bûn.
Di 2015’an de 284 jin hatin qetilkirin
Gelo qedera jinên ku Dîcleyê destê xwe avêtê guherî? 7 sal derbas bû lê ji sedî 1400 cînayetên jinan zêde bû. li gorî agahiyên ku bîanetê berhev kirine, mêran di 2015’an de 284 jin û 19 zarok û 18 mêr kuştine. Tecawîzê 133 jinî kirin. 370 jin birîndar bûn û rastî şîdetê hatin.208 jin û keç rastî tacîzê hatin. Mêran di 2014’an de herî kêm 281 jin kuştiye, tecawizê 109 jin û zarokên keç kiriye, 560 jin birîndar kiriye, 140 jin û zarokên keç tacîz kiriye.
Mêrên ku nas dikin wan dikujin
Piraniya jinên hatine kuştin di temenê biçûk de hatine zewicandin. Kujerên 19 jinan hîna nehatiye dîtin. 26 jin bi awayekî guman hatin dîtin an jî întîxar kirine. Ji sedî 54 ji aliyê destgirtî, hevjîn û hezkiriyên xwe ve hatine qetilkirin, ji sedî 10 ji aliyê hezkirî, hevjîn û destgiriyên xew yên berê hatin qetikirin û ji sedî 13 jî ji aliyê mêrên xizmên wan e hatin qetilkirin.
Kujer, mêrên di jiyana me de ne
Kî jinan dikuje: 103 ji aliyê hevjînên xwe yên mehra fermî, 10 heb ji aliyê hevjînên xwe yên mehra olî, 37 heb ji aliyê hezkiriyên xwe, 20 heb ji aliyê hevjînên xwe yên berê, 13 heb ji aliyê bavê xwe, 9 heb ji aliyê birayê, 14 heb ji aliyê xizmên xwe ve, 11 heb ji aliyê zavayên xwe ve, 1 ji aliyê zavayê xwe yê berê ve, 4 heb ji aliyê malbatên hevjînê xwe ve, 4 heb destgirtiyên xwe, 6 heb ji aliyê hezkiriyên xwe ve, 6 heb ji aliyê kurên xwe, 9 heb ji aliyê hevalê xwe ve, 4 heb ji aliyê hezkiriyên dayika xwe an jî hezkiriyên keçê xew ve, 4 heb ji aliyê hezkiriyên hevalên xwe ve, yek ji aliyê kurê hevjînê xwe ve, yek li cihê kar, 3 heb ji aliyê muşteriyan ve, 3 heb ji aliyê cînaran ve hatine qetilkirin. 4 heb ji aliyê tecawizkar ve, 3 hev ji aliyê kesên ku têkilî pêşniyar kiriye ve, 6 heb ji aliyê dizan ve, yek jî ji aliyê kesên ku nas nedikir ve hatin qetikirin.
Ji ber dewletê neparas, ji ber xwest dest ji hevjînê xwe berde…
Ji sedî 19 jinan ji ber ku xwestin dest ji hevjîn-hezkiriyên xwe berdin û pêşniyara lihevhatin û têkiliyê qebûl nekirine hatin kuştin.
Ji sedî 10 jinan ji ber ku ji aliyê dewletê ve nehatin parastin hatin qetilkirin. 27 jinî beriya cînayetê daxwaza parastinê kirine û gilî kirine. Tenê ji sedî 3 kujeran hatin darizandin.
Ji sedî 64’ê tecawizkaran mêrên tên nasîne
Mêran di 2015’an de tecawizê 133 jinî kir. Ji sedî 64’ê tecawizkaran ji aliyê jinan ve dihat nasîn.
Li ser navê Dîcleyê pêşbirka gotarê
Ji bo bîranîna Dîcle Kogacioglu Zanîngeha Sabanci Beşa Zanistên Civakî Hunerê ji sala 2010’an heta niha her sal pêşbirka gotaran pêk tîne. Gotara Dîcle Kogacioglu-Cînayetên namûsê:
http://sendika10.org/2009/10/gelenek-soylemleri-ve-iktidarin-dogallasmasi-namus-cinayetleri-ornegi-dicle-kogacioglu/
(hu)