Binpêkirinên mafan û îşkenceya zayendî ya li ser jinan didome
10:25
Perî Bayav/JINHA
ÎZMÎR- Cigira Sekreta Giştî ya Berpirsa Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul û hevseroka TAY-DER’ê parêzer Seda Tanrikulu balkişand ser pêkanînên mafan yên li ger girtiyên jin yên siyasî yên li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê û binpêkirinên mfan wiha rêz kirin; îşkenceya zayendî, tedawiya bi kelepçe, lêgerîna tazî, taybetkirina elektîrîk û avê, xwedîbûna bi tendurist, desteserkirina faks û nameyan.
Li girtîgeha Tîpa C ya Tarsûsê gardiyanên mrê li koxuşên jinan lêgerîn kirin û hr wiha malbatên ku diçin hevdîtinê jî di lêgerîneke berfireh de derbas dikin. Girtiyên jin yêngirtîgeha Antalya û Îzmîrê jî di bin navÊ lêgerîna ‘berfireh-kûr de’ tazî lêgerîn dikin û cihên genîtal tên lêgerîn kirin û îşkenceya zayendî dikin.
‘Girtîgeh li gorî cihên jinan nehatine çêkirin’
Cigira Sekreta Giştî ya Berpirsa Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul têkildarî mijarê de axivî û got dema girtîgeh tê gotin cihê ku aydê mêrane tê hişê mirovan. Neclayê got zîhniyeteke ku ji bo binpêkirinên mafan çareseriyê pêşxînin tine. Neclayê da zanîn ku girtîgeh ne cihên ku ji bo jinanhaitne çêkirinê ne û got tevahî ji bo hewcedariyên mêran hatine çêkirin.”
‘Jin di girtîgehan de wek hêza kedê tê bikaranîn’
Neclayê bi lêv kir ku jin di girtîgehê de wek hêza kedê tê bikaranîn û wiha got: “Dema mirov diçin girtîgehên ku girtiyên edlî têdene mirov vê bi rehetî dibînin. Em wek komeleya mafê mirovan çibûn girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Em matmayî mabûn. Me xwe din av fabrîkayeke mezin ya ku hêza jinê tê bikaranîn de dît. Jin rojê 8 saetan zêdetir tên xebitandin. Sîgorteyên wan tinebûn. Jin wek hêza kar a erzan tên bikaranîn.”
‘Lêgerîna tazî li ser jinan tê cerebandin’
Neclayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku jin li girtîgehan rastî her cureyê şîdetê tên û jin ji bo nivîsandina binpêkirina mafan ne rehetin û got: “Ev binpêkirina mafan ji nedîtîve tê. Li girtîgehan şîdet ji bo jinan ji rêzê tê dîtin. Li gorî mêran jin zêdetir rastî şîdetê tên. Lêgerîna tazî ya yekem li girtîgeha Jinan a Şakranê hatiye cerebandin. Pirsgirêka tenduristiyê li girtîgehan ji bo jinan gelek cidiye. Ji ber nexweşiyên jinan gelek pirsgirêk hene. Li pêş dermankirina wan jî gelek astengî hene.”
Neclayê bi lêv kir ku dema li girtîgehên jinan geriyane ti cudahî di navbera girtîgeha jinan û mêran de nedîtine û got: “Em wek rêxistinên mafên mirovan van girtîgehan wek cihê mirovan nabînin.Heta girtîgeh di pişt çar dîwarande bin, em nekarin bêjin ku ti aliyê vê yê mirovahiyê heye.”
‘Helwesta îdarê helwesta polîtîke’
Hevseroka TAY-DER’ê parêzer Seda Tanrikulu jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehên jinan nirxand. Sedayê got bi guherîna pêvajoyê re nêzîkatiya hikûmet û îdareya girtîgehê ya li ser girtiyan jî guheriye û got: “ li girtîgeha Şakranê lêgerîna tazî tê kirin. Jin li dijî vê serî hildane lê rastî cezayê dîsîplînê hatine. Îdareyê got ev talîmata wezaretê ye. Dibêjin ger hewce emê lêgerîna tazî jî bikin. Ev nêzîkatiyeke giştiye. Di asta ku mirov nerehet bibin de lêgerînê dikin. Ez bûm şahidê lêgerîna li girtiyên edlî tê kirinê.”
Sedayê got helwesta îdareyê ya li hemberî girtiya polîtîke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di alî jinan de girtiyên PAKJ’ê û di alî mêran de jî girtiyên PKK’ê. Ji bo serî bi gelê Kurd bidin tewandin vê li girtiyan dikin. Faks û nameyên girtiyan tên desteserkirin. Bi taybet girtîgehên Egeyê pir bi pirsgirêkên. Girtîgeha Şakranê ya jinan wek odeya tecrîdê de ye. Li gorî qanûna înfazê divê rêzdariya rumeta mirov bê parastin û şert û mercên jiyanê bên sererastkirin.”
(hu)