Li Minbicê gundê Mustefa Hemadê hat rizgar kirin

12:24

JINHA

KOBANÊ- Di operasyona rizgarkirina Minbicê, li baskê rojava-başûr Bendava Tişrîn gundê Mustefa Hemadê ya li rojava-başûrê Bendava Tişrîn dikeve ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Operasyona rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate dest pê kirin didome. Di çarçoveya hamleyê de gundekî Minbicê hate rizgarkirin. Di encama rizgarkirina gundê Mustefa Hemadê ku bi navê Mehşiyêt Şêx Ubêd tê naskirin de gelek çete hatin kuştin û gelek cebilxane jî ji aliyê şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî hate bidestxistin.

(rc)