Dê rojnameger bêjin 'Dest nede mafê min ê nûçeyan'

12:48

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad ji bo nûçegîhanên girtî bi silogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" starta kampanya "Rojên şahidiya rojnamegerên girtî" da. Di çarçoveya kampanyayê de dê her rojên pêşemê çalakî li ber Edliya Amedê bê lidarxistin.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ji bo balê bikşîne ser rojnamegerên girtî û bixwaze şahidiyê ji wan re bike, bi silogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" dest bi kampanya "Rojên şahidiya rojnamegerên girtî" kir. Starta Rojên Şahidiya Rojnamegerên Girtî û rojnamegeriya dildar li ber Edliya Amedê bi daxuyaniyekê hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberên CRA'yê, xebatkarên JINHA, DİHA, Azadiya Welat, Belavkariya Firatê, Wan Tv, JIYAN Tv, Azadî Tv, Ozgur Gun Tv, KurdSAT, ÎMC, Weşana Aramê û gelek rojnameger amade bûn. Li ser navê CRA'yê Hevserokên Cemiyetê Nevin Erdemîr û Hakki Boltan daxuyanî xwendin. Daxuyanî bi tirkî Nevîn Erdemîr, bi kurdî jî Hakki Boltan xwend.

Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan, diyar kir ku îxtîdara AKP'ê her ku li dijî civakê sûcê mirovahiyê dike, ji bo sûcê xwe veşêre, êrîşî çapemeniyê dike û wiha domand: "Berî her tiştîdixwaze çapemeniyê bike şirikê xwe yê sûc. Çapemeniya ku nabe şirîkê wê yê suc vê carê êrîş dike. AKP ji ber nikare bi êrîşan bê deng bike,vê carê bi binçavkirin, girtin, sansur, qedexe û cezayan dixwaze bêtesîr bike. Dema em vê yekê dibêjin em bi belge, dane û delîlan diaxivin. Di destê me de delîl û daneyên van gotinên me mîsoger dikin hene. Tenê dema em li wêneye meha Gulanê ya çapemeniyê binerin em dê bibînin ku ka li Tirkiyeye çiqas çapemenî azad e. "

Hakki, da zanîn ku li gorî rapora ku wan ji daneyên di çapemeniye de hatine weşandin kom kirine bîlançoya binpêkirina mafan gelek giran e û wiha berdewam kir: "Li gorî vê yekê tenê di meha Gulanê de 18 rojnameger hatin binçavkirin û ji vana 6 rojnameger hatin girtin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 4 heb rastî îşkence û muameleya xerab hatin. 2 rojnameger dema nûçe dişopandin rastî gef û pêkanînên xerab hatin. 2 rojnameger rastî pêkaninên keyfî hatin. Der barê 21 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin. Der barê 6 kesan de 6 doz hatine vekirin. Bi giştî li 8 kesan 29 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 4 weşan rastî êrîşan hatin û 4 rojnameger dema nûçe dişopandin rastî êrîşan hatin û birîndar bûn. Ajansa nûçeyan a DÎHA di mehekê de 5 caran hat sansurkirin û heta niha 40 carin te sansurkirin. Heta niha 2 tv û radyoyek weşana wê hatiye qutkirin. 4 caran der barê weşanê de qedexe hatiye îlankirin û destûr nehatiye dayîn ku bûyer bi berfirehî û zanistî lêkolîn bê kirin û rastiya bûyerê ji raya gişti hatiye veşartin. Di vê mehê de 3 rojnameger ji ber ku li gorî dilê patronan rojnamegerî nekirine ji kar hatine avêtin."

Hakki, da zanîn ku tişta balkêş rojnamegerên ji bo rastiyan bişopînin hatine astengikirin, rasti gefan hatine, hatine binçavkirin û girtin û wiha dawî li axaftinan anî. "Dîsa rojnamegerên piştgirî dane Rojnameya Ozgur Gundeme der barê wan de lepirsîn vebûne. Tenê 15 rojnamegerên ku piştgiri dan Rojnameya Ozgur Gundeme rastî lêpirsinê hatin. Tenê DÎHA 5 caran hat sansurkirin û bi gişti 40 caran hat sansurkirin. Di 5 mehên dawî de 13 rojnamegerên DÎHA hatin girtin. Ev tenê nîşan dide ku zextên li ser rastiyan çiqas zêde ne. Ev yek nişan dide ku zextên li ser çapemeniyê gelek zêde ne. Ev helwesta AKP'ê ya li diji çapemeniya azad û şerê li Kurdistane nîşan dide. Dîsa ji bo têkçûna xwe ya li Kurdistanê veşêre bi riya nûçeyên derew, Asparagas û Sansasyonel her tiştî berovajî dike û gel dixapine. Lê pîneyên wê yên wekî Nisêbin û Geverê heta çend roj şûnde derdikeve holê. Finda wê heta êvarî reş dibe.

Em wekî CRA ji bo girtina rojnamegeran şermezar bikin û piştgiriyê bidin nûçegîhanê DÎHA di meha hezîranê de her pêncşem çalakiyên Şahidiyê didin destpêkirin. Heta niha me Hezar û 256 îmze kom kirin û em dê van îmzeyan radestî Wezareta Dadê bikin. Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Azad em dê her em mafên çapemeniya azad biparezin û em hemû zext û êrîşên li ser çapemeniyê şermezar dikin."

Nevîn Erdemîr jî anî ziman ku dê meha hezîranê her pêncşem li ber Edliya Amedê daxuyanî bidin û şahidiya rojnamegerên girtî bikin. Nevîn, da zanîn ku ew dê li Gever, Wan, Şirnex, Mêrdîn, Dîlok, Meletî û Hatayê bi giştî dê li 13 navendan ji bo rojnamegerên girtî rojnamegeriya dildar bikin. Nevîn, herî dawî lîsteya 45 rojnamegerên girtî xwend.

(dt/zt)