RCS yî ser rêya Nisêbînê hatin astengkirin
15:26
JINHA
MÊRDÎN - Heyeta nûnerên rêxistinên civakî yên ji bo êrîşên qirkirinê yên Nisêbîn û Şirnexê lêkolîn bikin ji Amedê derketin rê di diya Nisêbîn-Qser-Artukluyê hatin astengkirin. Heyetê daxuyand ku astengkirin ji Qesrê tê û wiha gotin: "Armanca me gihandina dengê Nisêbîn, Şirnex û Roboskê ya li raya giştî ye."
Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê jî di nav de gelek rêxistinên civakî yên sivîl ji bo ku êrîşên li Nisêbîn, Şirnex û Roboskê di cih de lêkolîn bikin bi heyetekî ve hatin Mêrdînê. Heyeta ku ji 30 kesan pêk tê li taxa Girherîn a Artukluyê hatin cem hev û ber bi Nisêbînê derketin rê. Li Girherînê nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Mêrdînê û parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim re hatin cem hev û berê xwe dan Nisêbînê. Lê heyet li riya Artuklu-Qoser-Nisêbînê hate astengkirin. Heyet bi barîkatên polîs û leşkeran ve hate rawestandin. Di encama hevdîtinan de heyetê xwest ji bo lêkolînan derbasî Nisêbînê bibe lê bi hinceta destura walîtiyê tuneye hatin estengkirin.
Heyet ji ber ku destur nehat dayîn derbasî Nisêbînên bibe li ber barîkatê daxuyanî da. Li ser navê heyetê Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Mûsa Farîsogullari axivî û wiha got: "Em dizanin ku ev astengî ji Qesrê tê kirin. Ligel ku YPS'ê daxuyaniya ji Nisêbînê vekişiyane daye jî hefteyeke zêdetir e tax tên bombebarankirin. Em ji bo ku vê di cih de lêkolîn bikin bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ve hatin vê derê."
Mûsa da zanîn ku piştî Nisêbînê navnîşana wan a duyemîn gundê Roboskê ya piştî qatliama 2011'an rojên borî jî rastî êrîşê hat û Şirnex e. Mûsa rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê rojên borî hate binçavkirin lê binçavkirina wî nayê qebûlkirin bi bîr xist û got ku rewşa Hurşit Kulter hê jî ji aliyê rayedaran ve tê înkarkirin, fikara wan e ku dibe ku Hurşit hatibe qetilkirin. Mûsa got ku armanca wan dengê Nisêbîn, Şirnex û Roboskê gihandina raya giştî ye.
Ji bo meşa Nisêbînê bangawazî
Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim jî anî ziman ku ew ê careke di bi gelê Mêrdînê ve ji bo şikandina dorpêça li Nisêbînê bimeşin û bang li hemû kesan kir, xwest beşdarî meşa ku dê sibehê bê lidarxistin bibin.
(kom/zt)