ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Kobanê li beramberî êrîşên herî dijwar li ber xwe dan û niha jî di nav şertên zehmet de têkoşîna avakirina jiyanê didin. Jinên Kobanê cihên hatine wêran kirin jî kirine qadê jiyanê û ji hilberîna baxçeyê ku çandine hilberînê dikin.

*Kovara Ciwanên Azad ji bo ku ti xeyal nîvco nemîne bi şîara ‘Pênûsên me ji bo edelet tên cem hev’ kampanya dan destpêkirin û di çarçoveya kampanayayê de ji aliyê hestiyar heta 10’ê Hezîranê ji bo kovarê nivîs û piştgirî tê payîn. Ji edîtorê kovarê Îlke Başak Baydar axivî û got: “Ji bo em rihê piştevaniyê teze bikin û têkoşîna edeletê xurt bikin vê bangê dikin. Heta 10’ê hezîranê dikarin fikrên xwe, nivîs û xêzên xwe bişînin. Hedefa me eve ku heta 20’ê Hezîranê kovarê derxînin.”

*Sûka bajarê Girkê Legê bi tevlîbûna jinan ruheke nû girtiye. Dîkandarên jin ên bajêr diyar kirin ku ew bi armanca guhertina sûkê xebat didin meşandin û gotin, "Em bi îddîayayê guhertina sûkê kar dikin."

* Jinên li malê dixebitin tevî ji SSGSS’ê fêdeyê digirin jî di hawira rekabeta kapîtalîst de têkoşîna xwe berdewam dikin. Muzeyyen Oruk û Ayten Oruk hilberînên ji atolyeyê tekstîlê digirin li mala xwe paqij dikin, diyar dikin ew bixwe serbilindin û gotin divê hemû jin têbikoşin.

*Têgehên mîna demokrasî, azadî, wekhevî, jiyan, çandînî, çand, xweza û hwd. pir gotin hene ku reng û berhemên keda jinê û di pir zimanan de jî wek gotinên mê bikar tên. Endama rêveberiya PYD'ê a bajarê Serêkaniyê Zehra Erdal jî derbarê van têgehan de lêkolîna xwe bi me re parve kir.

*Nehrên Mîrza li gundê terkirî, ji dêra gund a bi navê Mar Zeya re nobedariyê dike. Ew dixwaze wiha bîranînên gundê xwe zindî bihêle.

*Jinên bajarê Reqayê yên ku bi malbatên xwe re, ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê berê xwe dan Serêkaniyê û li Kampa Mebrûka bi cih bûne, bang li hêzên QSD'ê kirin ku bajarê wan ji çeteyan rizgar bikin.

*Pişti ku qedexeya derketina kolanan hat rakirin gelê Geverê vegeriyan malên xwe. Bi vegerê re jinên Geverê yên dest bi paqijîya malan kirin dan zanîn ku ewê bi destên xwe Geverê ji nû ve ava bikin.