Hevseroka DBP'ê ya Dêrsimê Gulseven Yildiz hat berdan
09:12
JINHA
DÊRSIM - Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Gulseven Yildiz û endamê Meclisa Partiyê ya ESP'ê Munevver Îltemur jî di nav de 6 kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyan 6 kes jî serbest hatin berdan.
Di 31'e gulanê de navenda wê Dersimê, li Meletî, Amed û Qisleyê operasyonek hatibû destpêkirin û di nav de Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Gulseven Yildiz û endamê Meclisa Partiyê ya ESP'ê Munevver Îltemur û welatiyên bi navê Selvî Gungormuş, Eylem Çelîk, Necla Kiliç Sevîm, hatibûn binçavkirin û ew biribûn Midûryeta Polîsan Dersimê. Piştî îfadeyê 6 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Welatiyên di demên borî de ji ber ku beşdarî hin daxuyaniyan bibûn û bi îdiaya di xebatên partiyên siyasî de "propagandaya rêxistinê kirine", Yildiz, Kiliç û Selvî piştî li dozgeriyê îfadeya wan hat giritin serbest hatin berdan. Welatiyên bi navê Gungormoş, Îltemur, Çelîk piştî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, bi şertê kontroal edlî serbest hatin berdan.
(zt)