Li Şirnexê cenazeyan nadin malbatan
13:34
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz û Fuat Kasbaş ên li Hezexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn 2 roj in bi hinceta "dê dozgerî lêkolîn bike" nadin malbatan.
Li gundê Serêgir ê navçeya Hezexê ya Şirnexê polîs û leşkeran bi ser gund de girtibûn di pevçûna ku derketibû de gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz (Nurahak) û Fuat Kasbaş (Hasan) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Malgaz û kasbaş danid malbatin. Cenazeyên ku ji bo otopsiyê ewil birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û piştre jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl piştî otopsiyê li şûna ku bişînin Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, bi hinceta ku bûye êvar şandibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Cenazeyên ku di saetên nîvro de anîn Hezexê careke din bi hinceta "dê ji aliyê dozgeriyê ve lêkolîn bê kirin" nadin malbatan.
(kom/zt)