4 cenaze şandin Riha yê
16:05
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê 4 kesên ku li Nisêbînê di demên cûda jiyana xwe ji dest dabûn û anîbûn nexweşxaneya Qoserê, ji bo karê otopsiyê şandin Riha'yê.
Beriya hefteyekê cenazeyê 11 kesên ku li Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn anîbûn Qoser a Mêrdînê. Ji kesên ku anîbûn Qoserê û cenazeyê wan nehatibû teşhîskirin, 4 cenaze ji bo karê otopsiyê şandin nexweşxaneyên Riha yê.
Hat zanîn ku cenazeyên 9 kesên ku li demên cûda de jiyana xwe ji dest dane li Rihayê sipartine axê û 18 cenaze jî li benda teşhîskirinê li nexweşxaneyan tê girtin. Li Artukluyê ji ber neteşhîskirinê jî cenazeyê 3 kesan hatine veşartin û li Nexweşxaneya Qoserê jî 5 cenaze tên rawestandin.
(kom/rc)