'Dê piştî keça min têkoşîna me hîn mezintir bibe'
16:58
JINHA
ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu çû serdana malbata Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û malbata Mizgîn Tong ên li Cizîrê hatin qetilkirin û sersaxî xwestin.
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu li Qalabanê çû serdana malbata Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û malbata Mizgîn Tong ên li Cizîrê hatin qetilkirin.Gelek welatî û nûnerên saziyan jî bi Encu re çûn serdana malbatan. Dayika Mizgîn Tong, Vesîle Tong diyar kir ku bi keça xwe ve ser bilind e û wiha got: "Ez ji bo têkoşîna ku heta niha bi malbata xwe re daye poşman nînim. Piştî keça min têkoşîna me xurtir bibe. Gelê kurd heta ku ziman, maf û azadiya xwe bi dest nexe dê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
Parlamenter Ferhat Encu jî diyar kir ku gelê kurd jî weke gelên din û mirovan dixwaze li ser axa xwe bi azad bijîn.
(zt)