Li Şirnexê 5 cenaze bi korsanî defin kirin
17:02
JINHA
ŞIRNEX - Cenazê 5 kesên di berxwedana xwerêveberiyên cewherî yên li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wan li nexweşxaneyê dihat ragirtin, ji hêla polîsan ve hatin definkirin.
Di êrîşên li hemberî xwerêveberiyên cewherî yên li Şirnexê de di demên cuda de cenazê 5 kesan anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, 5 kesên ku demek bû cenazeyên wan li nexweşxaneyê bû, bi awayekî korsanvarî ji hêla hêzên dewleta tirk a dagirker ve hatin definkirin. Hat diyar kirin ku nasnameya 5 kesan ji hêla polîsan ve nehatiye lêkolînkirin, li Goristana Konûtên Afatê ya li taxa Bahçelîevlerê hatine definkirin.
Her wiha berî demekî jî cenazeyê 10 kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi heman awayî hatibûn definkirin. Cenazeyên 7 kesan li gundê Avgamesiyan, yê 3 kesan jî li Goristana Konûtên Afadê hatibûn definkirin.
(kom/zt)