ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Koçberên Ereb yên ku ji bajarên cuda yên Iraqê ji zilma DAIŞ'ê direvin, bûn rêwiyên Rojavayê Kurdistanê. Koçber diyar kirin ku cihê herî bi ewle Rojava ye û gotin, "Ji ber vê me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê."

*Gulbuhara ku hîn nehatî dinê dayik û bavê wê ketî ser rêya koçberiyê got: "Weke her kurdekê çîroka koçberiya malbata min jî têra xwe dirêje. Koçberî bi dayik û bavê min sînor nema, di dema me de jî berdewam kir û em jî li ser sînoran mezin bûne."

*Jinên Aşûrî yên bajarê Til Temir banga vegerê li gelên Aşûrî ên koçberî welat û bajarên din kirin û wiha gotin, "Ev axa ku bi şehîdên me hatiye avdan, divê em xwedî lê derkevin."

*Cîgira Serokê Desteya Karê Hundirîn a Kantona Efrînê Ferîde Ebdo banga alîkariya lezgîn ji bo koçberên Ezazê ku berê xwe dane Kantonê kir.

* Berxewdana jinên kurd bi belgefîlma bi navê ‘Jin nebe şoreş nabe’ de wên dest girtin. 3 jinên elman ku di bin bandora jinên Kurd de man û dest bi vê belgefîlmê kirin, JINHA jî tevlî vê projeyê kirin.

* Li taxa Kurubaşê welatiyan bi derfetên xwe teleferîk av akirin û bi saya vê jin xwezayê re tên cem hev. Jinên li teleferîkê siwar dibin, diyar dikin ku rêya ku bi saetan di bin rojê de dimeşiyan, niha bi saya teleferîkê kurt bûye û bi saya vê zû digihêjin ser erdê xwe.

*Jinên di atolyeya xaliyan de dixebitin diyar kirin ku keda wan nayê dîtin û beramberiya wê nagirin. Jinan got ew rojê 12 saetan dixebitin û bi gelek nexweşiyên tenduristiyê re rû bi rû ne.

* Jinên ku li Çukurovayê cotkariyê dikin, ligel zehmetiyên xebatê aboriya xwe avadikin. Jinên cotkar diyar kirin ku ew heqdestên xwe nagrin û gotin, "Jin jiyan bi xwe ye. Lê desthilatdariya mêr her tişt dike malê xwe û hebûna jinê tune dihesibînin. Ji ber vê li hember vê zîhniyetê wek jin em ê têkoşîna xwe bidin."

* Li Geverê piştî qedexe rabû û welatî vegerîn malên xwe, zarokên ku malên wan hatî hilweşandin û şewitandin, bi pêlîstokan malên xwe ên wêran bûyî avadikin. Zarokên Geverî diyar kirin ku ew êdî dixwazin nava aramiyê de bijîn û dibistanê xwe berdewam bikin.