Asayîşa PDK'ê ser avahiya REPAK'ê de girtin

12:37

JINHA

HEWLÊR - Hêzên Asayîşa PDK’ê ser ofîsa Navenda Peywendiyan a Jinên Kurd (REPAK) ê de girtin û mohr li deriyê ofîsê dan.

Hêzên Asayîşa PDK’ê ser ofîsa Navenda Peywendiyan a Jinên Kurd (REPAK) ê de girtin û mohr li deriyê ofîsê dan. Hêzên Asayîşê di dema serdegirtinê de endamên REPAK’ê yên di ofîsê de derxistin derve. Bê ku ti sedemek nîşan bide ji wan re hat gotin ku ‘Bi lez ji vir derkevin’. Derbarê mijarê de Nûnera REPAK’ê Meral Çîçek dazanîn ku Asayîşê ji wan re gotiye; 'Bi lez ji vir derkevin' û derveyî wê ti sedemek nîşan nedane. REPAK saziyek fermî ye. Bê ku ti sedem were nîşandayîn deriyê ofîsê bi tişên ku tê de ne mohr kirin. Li gor qanûna Herêma Kurdistanê REPAK rêxistineke fermî ye ku di Adara 2014’an de hatiye vekirin. Di qada herêmî û navnetewî de bi gelek partî û rêxistinan re di nava peywendiyê de ye. REPAK tevlî Konferansa cîhanî ya jinan li Nepalê jî bû. Kordînatoriya Rojhilata Navîn a Konferansê jî dide meşandin."

(zt)