Li Şirnexê malan dişewitînin

17:13

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê ku dorpêç didome ligel daxuyaniyên "operasyon bi dawî bû" jî mal tên şewitandin û bi teqemeniyan ve tên xirakirin.

Li Şirnexê ku êrîş û dorpêç kete roja 84'emîn li taxên Bahçelîevler, Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Dîcle, Yenîmahalle û Cumhuriyetê mal tên şewitandin. Li taxa Bahçelîevlerê ku bi sedan mal hatin xirakirin dûyên ku bilind dibe li asîmanên bajar belav bûn. Li taxa ku bêhna şewatê heye hin avahî jî ji aliyê hêzên dewletê ve bi teqemeniyan ve tên xirakirin.

Li bajar tevgera balafirên bêmirov jî heye.

(kom/zt)