Ne ji bo karker, ji şer razemenî tê kirin!

11:36

JINHA

WAN – Hevseroka Genel Îşê ya Wanê Emîne Bozkurt pênûmeya qanûnî ya ‘karkeriya kirê’ ku modela xebata nerm û bêewle, têkiliya kar a ji bo demekê dihundirîne wek ‘derveyê ahlaqê’ bin av kir û got dewlet li şûna ku ji karker re razemeniyê bike, ji şer re razemeniyê dike û got karker û ked tine tê hesibandin.

Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve pêşnûme qanûna ‘karkeriya kirê’ ku modela xebata nerm û bê ewle, bi hevkariya boruyên îstîhdama taybet têkiliya kar a ji bo demekê dihundirîne, ji Lijneya Giştî ya TBMM’ê ve hat derbaskirin û hat erêkirin. Bertekên rêxistinên kedê yên li dijî vê her diçin zêdedikin. Hevseroka Genel Îş a Wanê Emîne Bozkurt da zanîn ku kesekî sibê heta êvarê bide xebitandin û beyî ewlehî tenê çend kuruş pere bidê û bişîne malê, ev derveyê ahlaqê ye.

‘Divê ewlehiya canê wan bê girtin’

Emîneyê diyar kir ku beriya qanûnê divê xebatên ji bo ewlehiya canê wna bê kirin û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Mirov bi şev û roj bedena xwe dikin çeper. Qaşo Tirkiye jî ji bo pêşî li betaliyê bigire kanûnan derdixe. Lê bi hezaran mirov betalin. Xwendekarên ku dibistan qedandine û li mala xwe runiştine hene. Li Tirkiyeyê anîna karkeriya kirê, di alî ku pêşî il standartên belatiya Tirkiyeyê bigire de, hewl tê dayîn ku polîtîka bê pêşxistin. Lê berovajî vê ne bi vê rewşê divê polîtîkayên cuda bên pêşxistin. Divê destpêkê ewlehiya canê karkeran bê girtin.”

‘Divê karker bên rêxistinkirin’

Emîneyê bi lêv kir ku karkerên beltal tên hiştin divê xwedî li mafên xwe derkevin û li dijî vê xwe rêxistin bikin û dakevin kolanan. Emîneyê got dewlet ne ji bo karkeran, ji şer razemeniyê dike.

(hu)