Cenazê 3 kesên li nava Sûrê jiyana xwe jidest dane hatin teşhiskirin

11:51

JINHA

AMED - 3 kesên bi navê Jiyan Yilmaz, Şukran Alpata û Mahsum Polat ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî testa DNA'yê hatin teşhîskirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê demek berê 3 kesên bi navê Jiyan Yilmaz, Şukran Alpata û Mahsum Polat di berxwedana xwerêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bi mehan testa DNA'yê bi dawî bû û malbatan ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li Dozgerê Amedê dan. Piştî cenaze bên wergirtin dê li Goristana Yenîkoy a Amedê bên definkirin.

(zt)