Welatiyên piştî mitîngê girtin serbest berdan

12:46

JINHA

STENBOL - 50 kesên di mîtînga HDP'ê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

HDP'ê duh li Stenbolê li dijî darbeya siyasî bi silogana "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" pêk anî. Di mîtîngê de polîsan êrîşî girsê kiribû û 50 kes binçav kiribûn. 50 kesên duh hatin binçavkirin di saetên şevê de piştî lêpirsîna Midûriyeta polîsan a Stenbolê serbest hatin berdan.

Parezerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di lêpirsîna 50 kesan de amade bûn.

(zt)