Hêzê dewletê Nisêbîn topbaran dike
13:46
JINHA
QAMIŞLO - Rojnamevanên ku li ser sînora Nisêbîn-Qamişlo di nobeta 'Na Ji Bêdengiyê Re' de ne ragihandin ku îro jî artêşa Tirkiyê Nisêbîn topbaran dike.
Rojanmevanên ku îro di çalakiya 'Na Ji Bêdengiyê Re' nobeta li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo digirin û hewl didin ku bi kamera û fotoyên xwe rastiya li Nisêbînê ragihînin diyar kirin ku îro di saet 10:45'an de li taxa Kanîka ya Nisêbînê teqîneke dijwar rû daye. Rojnamevanan diyar kirin ku dûyek zer li esmanê navçeyê bilind dibe. Tevî ku Walîtiya Mêrdînê di 3'ê Hezîranê de diyar kiribû ku dê hemû çalakiyên leşkerî werin rawestandin, hîn jî artêşa Tirkiyê bi panzêran êrîşî Nisêbînê dike.
(hs/rc)