Ji Şirnexê 10 cenazeyên dinê şandin Silopiya

15:04

JINHA

ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku 10 kesên di berxwedana xwerêveberiyên cewherî yên Şirnexê de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên wan şandin Silopiyê

10 kesên di berxwedana xwerêveberiyên cewherî yên li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji bo otopsiyê şandin Silopiyê. Cenazeyên ku dê testa DNA'yê li Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê bên kirin, piştî teşhîsê dê cenazeyan bidin malbatan.

25 cenazeyên endamên YPS'ê yên di demên cuda de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane, li Saziya Tiba Edlî ya Şirnexê tên ragiritn.

(kom/zt)