ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endama Radoyaya FM Xabûr Sozda Ehmed diyar kir ku jin di her xebatê de roleke aktîf a guhertinê girtiye, yek ji van qadan jî ragihandin e.
*Hunermedên reqsa lîrîk ya Civaka Reqsên Gel ya Modern a Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku wek her derê divê jin li ser sahneyê jî hebin û bang li hemû jinan kirin ku divê hemû pêşdarazan bişikînin û bi awayekî azad li ser sahneyê reqsê bikin.
*Şervana YPJ'ê Dîcle Cûdî têkîldarê hemleya 'Rizgarkirina Bakurê Reqayê' nirxandin kir û got, "Di êrşên dij-mirov yên çeteyên DAIŞ'ê herî zêde jin hatin kuştin, revandin û firotin. Rastê tecawûzê hatin. Em ê tola jinên Reqa, Şengal, Hesekê û Mûsûlê bi hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê, bistînin. Ev soza me ji tevahiya jinan re ye."
*Li Kobanê ne tenê roj giyaneke dubare girtine, şevên wê jî bi rewnaq û livûtevgera jinûve avakirinê dagirtîne.
*Rojnamegera Elman Cora behsa rastiya çapemeniyek ku mêr diparêze û jin cidî nayên girtin kir û got: “Ji bo mezikirina piştevaniyê wek pêngava yekemîn divê ajansek wek JINHA’yê li Elmanyayê bê avkirin.JINHA ji bom e mînakek gelek baş e.”
*Hevseroka Meclîsa Damezrîner ya Federal Demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf, têkildarî Peymana Civakî ya amadekariyên wê berdewam dikin de ji ajansa me re axivî û got di nîqaşên peymanê de hatiye dawiyê û got: “Em hedef dikin k udi 15’ê Tîrmehê de bi dawî be. Bi peymanê re wê mafê jinan bikin bin garantiyê.
*HPC-JIN ku bûye navenda ewlehiya jinan, balê tevahî jinan dikêşe. Jina Ereb Kîfah Xelîl li Dirbêsiyê cihê xwe di HPC-JIN'de digre û dibêje ku ew ji bo parastina xwe cihê xwe di nava HPC-JIN'de digre.
* Nûnera REPAK'ê Meral Çîçek têkîldarê serdegirtina hêzên PDK'ê ser saziyê nirxand û got, "Bi girtina saziyan û binçavkirina aktivîstan wê nekaribin têkoşîna azadiya jinên Kurd asteng bikin. Divê çerçoveyê de em ê wek REPAK'ê xebatê xwe hîn bi hêztir rêvebibin."