'Em ê tola jinên Reqa, Şengal û Mûsûlê hilîn in'
09:03
Zîlan Serhan/JINHA
TIRBESIPIYÊ - Şervana YPJ'ê Dîcle Cûdî têkîldarê hemleya 'Rizgarkirina Bakurê Reqayê' nirxandin kir û got, "Di êrşên dij-mirov yên çeteyên DAIŞ'ê herî zêde jin hatin kuştin, revandin û firotin. Rastê tecawûzê hatin. Em ê tola jinên Reqa, Şengal, Hesekê û Mûsûlê bi hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê, bistînin. Ev soza me ji tevahiya jinan re ye."
Hêzên QSD'ê ku di 11'ê Cotmeha 2015'an de hatibû damezirandin, gelek herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û aramî di nava gelan de avakirin. Gelek hêzên ku ji bo rizgarkirina Sûriyê ji destên çeteyan şer dikin, di nava QSD'ê de cihê xwe digirn. Her wiha YPG/YPJ jî di nav vê hêzê de li hemberî çeteyan şer dikin. Di 24'ê Gulana 2016'an de, QSD'ê dest bi 'Hemleya Rizgarkirina Bakurê Reqayê' kir. Têkîldarê hemleyê rizgarkirina Reqayê şervana YPJ'ê Dicle Cûdî nirxandin kir û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê rêbazên hovîtiyê li ser sivîlan pêk tîne.
'YPJ di çeperên pêş de li dijî çeteyan şer dike'
Dicle berxwedana şervanên QSD'ê silav kir û wiha got: "Ji dest pêka avakirina QSD'ê û heya niha gelek gundên Rojava û Bakurê Sûriyê ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di Hemleya Rizgarkirina Bakurê Reqayê de jî gelek sivîl ji cihên di bin dagirkeriya çeteyan de ne reviyan û hewara xwe birin hêzên QSD'ê. Her wiha gelek gund jî hatine paqijkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê, Reqa û Mûsûlê wek paytexta xwe didin nasîn. Ji bo wê di van herdû bajaran de xwe bi hêz dikin, sivîlan bênavber dikujin, me dît çawa zarok û jinên Şengalê di qadên Reqayê de difrotin. Ji bo wê, em wekî YPJ'ê di çeperên şer ên herî pêş de cihê xwe di nava QSD'ê de digirin û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin."
'Yekane hêza rizgarkirinê QSD'ê ye'
Dicle balkişand ser têkoşîna QSD'ê û wiha pêde çû, "Çeteyên DAÎŞ'ê hemû rêbazên hovîtiyê li ser sivîlan dide meşandin, zarok û jinan dikujin. Li beramberî vê hovîtiyê yekane hêza ku dikare gel rizgar bike û ji herêmê re aramiyê bîne QSD'ê ye. Em jî wekî hêzên perastina jinê YPJ'ê di nav QSD'ê de ku erkê me ya bingehîn parastina sivîlan e, dê heya dawiyê li hember qirêjiya DAÎŞ'ê têkoşînê bidin meşandin û rêya şehîdên azadiyê bidomîn in."
'Soza me ji tevahiya jinan re heye'
Dîcle wiha dirêjî da gotina xwe, "Di êrşên dij-mirov yên çeteyan de herî zêde jin hatin kuştin, revandin û firotin. Rastê tecawûzê hatin. Emê tola jinên Reqa, Şengal, Hesekê û Mûsûlê bi hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê, bistînin. Ev soza me ji tevahiya jinan re ye."
(hs/rc)