ROJEVA 08'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hevşaredara Amûdê Dîcle Silêman têkîldarê peykera Jina Azad ya ku li çerxerêya dest pê ka Amûdê hatiye dayîn de nirxandin kir û got peyker nîşaneya berxwedan û kede jina kurde.
*Kesên ku li taxa Gazî dijîn bi nasnameya xwe ya muxalîf û berxwedêr tên nasîn, tevî komkujiyên tên jiyîn û zetan taxa xwe terk nakin. Heta yên tên taxê naxwazin careke din biçin. Done Gevher ku ev 9 sale li Gaziyê mamostetiyê dike got ew wek rêbaza parastina cewherî, tercîh dike ku li vir bimîne.
*Endama Kongreya Star Eble Dawê, bi hatina meha Remezanê re ji gelê Kurd û cîhanê re aştî xwest û hêviya xwe ya azadkirina Reqa û Minbicê anî ziman.
*Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Amûdê Neda Husam Dawûd diyar kir ku ew ji bo mafê jinan xebatê pêk tînin û got heya dawiyê ew ê zagon û mafê jinan biparêzin.
*Rozerîn jinek ciwan ya 17 salî. Wêneyan dikişîne, helbestan dixwîne, wêneyan xêz dike. Ji helbesta Nazim Hîkmet ya ‘Têkildarî jiyanêde’ bi bandor bibû. Ji ber vê ji Sûrê dûr nema. Di projeyek xwe de behsa rêwitiyeke berbi gundê xwe Herîdan, ku 5 meh şûnde li rêwitiya bê dawî hat oxikirinê, dike. Dayia wê Fahriyet got: “Oxir be keça min ti êdî aydê van deranî, ti emanetê gundê xwe ye. Ez mafê xwe li te helal dikim. Şehîda Kurdistanê, keça Kurdistanê.”
*Aktîvîsta FEMA Fezel Nîzam îfadeyên zayendperest yên serokkomar Tayyîp Erdogan yên li hemberî jinan nirxand û got mudaxaleyê bedena jinên li Qibrisê jî dike û wiha got: “kêmbûna nifûsa Tirkên Qibrisê hincet nîşan dide û me bi gotinên wekê ‘3 heb têr nakin, zêdetir zarok’ maruz dihêle.”
*Endamê Komîsyona Alîkariya bi Gelê Nisêbînê re Ahmet Akçîn bang li gelê Mêrdînê kir ku alîkariyên xwe di meha remezanê de jî qut nekin û piştgiriya xwe bidomînin.
*Li Navçeya Gever a Colemêrgê xebatên ji nû avakirinê bê navber didomin. Seher û keça xwe Ceren ên ji Hatayê hatîn bi dildari tevlî xebatan bûyi bang li hemû kesekî kir ku bên Geverê û bi dildarî xebatan rêve bibin.
*Li Wanê derûnnas Cem Taylan Erdem li hemberî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê nerazîbûn nîşan da û wiha got, "Bila dewlet sazî û dezgehên xwe bi rêxistin bike û wiha pêşî li bûyerên îstîsmara zayendî ên zarokan bigre."