'Em hêvîdarin di meha Remezanê de Reqa û Minbic azad bibe'
09:04
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR -Endama Kongreya Star Eble Dawê, bi hatina meha Remezanê re ji gelê Kurd û cîhanê re aştî xwest û hêviya xwe ya azadkirina Reqa û Minbicê anî ziman.
Endama Kongreya Star Eble Dawê bi hatina heyva Remezanê hêviyên xwe ên aştî û azadiya Reqa û Minbicê anî ziman û wiha got, "Ez kêfxweşim ku ev meh hatiye û em li ser axek azad rojî digirin. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Meha Remezanê divê hestên me ên piştevanî, hîskirin û parvekirinê xurtir bike. Herkes ji cîran û dostên xwe haydar bibe û jê re destê başiyê dirêj bike."
'Rojî dileke pak û mirovhez dixwaze'
Ebla têkîldarê meha Remezanê wiha got, "Tê zanîn ku navê Remezanê ji germaya herî dijwar hatiye û birastî jî rojîgirtin, hêz û sebir dixwaze. Lê beriya wê jî dileke pak û mirovhez dixwaze. Di vê mehê de hin bûyer jî hene ku ji hêla Misilmanan girîng in. Wek mînak hz. Xedîce di meha Remezanê de wefat dike. Dîsa Ebû Talib bavê hz. Elî wefat dike. Di heman demê de hz. Hesen tê cîhanê. Şerê Bedir jî di meha Remezanê de diqewime. Hz. Elî bixwe jî di 19'ê Remezanê birîndar dibe û di 21'ê de jiyana xwe ji dest dide. Şevên Leyletûl Qedir di Remezanê de ne. Îniya dawî ya mehê jî Qûdûsa Cîhanî ye. Ji 27'ê mehê jî şevên Mîhracê ne. 30'ê Remezanê jî şerê Hitîn ku di serdema Selahedîn Eyûbî de diqewime û di encamê de hêzên Misilman bi ser ketin. Dawiya mehê jî bi sê rojan wek cejin tê pîrozkirin."
'Em ê bi hêza şoreşê karê xwe bikin, rojiyên xwe bigrin'
Ebla da zanîn ku du roje rojî dest pê kiriye û wiha pêde çû, "Me amedekariyê xwe kiribû. Dibe ku ji ber dorpêça li ser herêmê hin zehmetî jî derkevin. Bê guman em ê di vê mehê de wek herdem karê xwe jî bikin. Germa zêde me biwestîne jî, em ê bi hêz û coşa ku ji şoreşê digrin, ji serketinên şervanan di hemleyan de digrin, karê xwe bikin û rojiyên xwe bigrin."
'Em bi dileke rehet rojî digrin'
Ebla êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên sala borî jî nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di Remezana sala borî de çeteyên hov êrîşên dijwar bi ser Til Temir ve dianîn. Şervanên YPJ/YPG li eniyên şer berxwedaneke mezin dikirin. Em jî wek dayîkên Til Temir ji bo şervanan xwarin û tiştên pêwîst amede dikin. Birastî zehmetî pir bûn. Lê bi şûkûr ku şervanên azadiyê bi ser ketin û niha em bi dileke rehet rojiyên xwe digirin."
'Ez tenê dua dikim şervan bi ser bikevin'
Ebla di dawiyê de bilêv kir ku ew piştgirî didin şervanên ku li Reqa, Minbic û Şêx Meqsûd hember çeteyan berxwedidin û wiha domand, "Ez di vê mehê de tenê dua dikim ku şervanên me bi ser bikevin. Birastî di şertên giran de berxwedanê dikin. Em bi dil û can bi wan re ne. Ez daxwaz dikim ku em cejna Remezanê bi rizgarî û azadiya Reqa û Minbicê pîroz bikin. Bi vê baweriyê ez ji hemû gelan re cîhaneke tejî aştî û wekheviyê daxwaz dikim."
(hs/rc)