Li Şirnexê 2 cenaze piştî teşhiskirinê hatin definkirin

16:03

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê cenazeyen 2 ciwanên din ji aliyê polîsan hatin definkirin.

Polisan li Şirnexê cenazeyê 2 ciwanan defin kirin. Cenazeyên 2 kesên ku li Şirnexê di berxwedana parastina taxan de jiyana xwe ji dest dabûn û li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin rawestandin, ji ber ruyê wan nedihat naskirin û nasnameya wan nehat tespîtkirin, ji aliyê polîsan ve hatin definkirin. Polîsan cenaze li taxa Afetê defin kirin. Berê jî 13 cenaze ji ber nasnameya wan nehat ronîkirn li gundê Avgamasiya û taxa Afetê hatibûn definkirin.

(zt)