ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li gorî lêkolîneke ku hatiye kirin, ji cemsera Afrîkayê herî kêm 17 mîlyon jin û zarokên keç her roj avê dikişînin. Di lêkolînê de derket holê ku jin û zarokên keç bi şev an jî di saetên zû yên sibehê de dema avê dikişînin rastî îstîsmara zayendî tên û ligel vê pirsgirêkên wekê tenduristî û perwerdehî jî tên jiyîn.

*Jinên ku li Kampa Rojê dimînin qala zordestî û zilma çeteyên DAIŞ'ê kirin û gotin ew li hêviya azadiya heremên xwe ne.

*Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Dîrayet Taşdemîr ji bo rakirina destnedanan got: “Dîktatorî her tim li dijî têkoşîn û helwesta azadkirinê ya jinê têk çûye. Ji ber vê jî rakirina destnedanan, ji bo jin ji meclîsê bên şandin, darbeyeke. Em li meclîsê jî û li qadên cuda jî wê ligel têkoşîna jinê bin û berdewam bikin.”

*Endama Komîteya Hevpeymana Civakî Rojhilat Arîf derbarê bi jiyanî kirina pergala federaliya demokratîk de nirxandin kir û wiha got, "Li Kantona Efrînê eleqeyek pir mezin ji Pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê re tê nîşan dayîn. Ji ber ku nasname û naverokeke nû ye."