Li Geverê jin bi derfetên xwe fitarê amade dikin

09:04

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê bi gihiştina meha Remezanê gel bi derfetên xwe kon vekirine û di konên ku li ber avahiyên hilweşiyan re vekirin fitarê dikîn.

Li Navçeya Gever a Colemêrgê pişti qedexeya derketina kolanan rabû gelê Geverê vegeriya û li hemberî hemû astengiyên dewletê axa xwe terik nekirin. Di meha remezanê de gelê Geverê bi derfetên xwe li ber avahiyên xwe yên ku ji aliyê dewletê ve hatin hilweşiyan re kon vekirine bi derfetên xwe ve fitarê amade dikin û di konan de fitarê dikin. Li taxa Cumhuriyetê gel bi derfetên xwe di meha Remezanê de li ber avahiyên xwe kon vekirine û fitarê di bin konan de vedikîn.

Jin li ser kuçikan xwarinan amade dikin û gava dema fitarê nêz bû di bin konan de fitarê vedikin. Jina bi navê Pîroze Tînar, ya ku li taxa Cumhuriyetê li ber avahiyê hilweşiya re dijî diyar kir ku hikumetê li Geverê li gel amûran û avahiyan şer kir, û wiha got:"Me bi derfetên xwe di vê meha remezanê de me li ber avahiyê xwe yê hilweşiya re kon vekiriye, em bi derfetên xwe ve xwarina xwe li ser kuçikan çê dikin. Erzaqên me hemû şewitandine, niha xwarin tune ye em amade bikîn, lê li hemberî hemû zehmetiyan niha em axa xwe terik nakin. Hikumetê niha li Geverê bi malan re şer kiriye, çi zirara avahiyan gihiştî bû dewletê, çima avahiyên me xira kirin? Niha em di meha remezanê de ne, em car caran xwarinê nabînîn ku em çê bikin, lê em dîsa jî li hemberî hemû şert û mercan dijin û jiyana xwe rêve dibin."

(kom/zt)