Jinên Girtîgeha Tarsusê di çalakiyan denin

08:18

JINHA

MÊRSÎN - Jinên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê tên girtin, diyar kirin ku piştî wan dibin dadgehê tên derbkirin, piştî ev buyer li girtîgehê hat bihîstin, girtiyan derî li ser xwe de dadan û çalakî dan destpêkirin.

Zextên li hemberî jinên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsûsê dewam dikin, jinên girtî yên bi navê Nurşen Tekîn û Husna Kiliç ên ku îro birin dadgehê, di dema sewqê de ji hêla leşkeran ve dîl hatin girtin û ew nebirin edliyeyê. Jinên girtî yên ku 3 saetan beyî ku tu hincet bê nîşandin, ji hêla leşkeran ve li girtîgehê de dîl hatin girtin û hatin derbkirin. Piştî jinên girtî vegeriyan kuxûşan, îşkenceya leşkeran hat şermezarkirin. Jinên berxwedêr li hemberî êrîşa leşker û gardiyanan derî di ser xwe de girtin, jina bi navê Esmer Ece, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û aşkera kir ku rewşa wan gelekî xirab e.

Jinên ku çalakiya xwe berdewam kirin, dozgerê girtîgehê hat û ji bo çareseriya pirsgirêkê daxwaz hatin kirin, hat gotin ku parêzerên girtiyan jî diçin girtîgehê.

(zt)