ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Di kanalên televîzyonan de ciheke taybet ji rêzefîlman re tê veqetandin. Nahîde Deban diyar kir ku rêzefîlm amûrê tune kirina çandê ye û wiha got, "Heta exlaqê civakê xirab dikin. Ku mirov bi zanebûn li wan temaşe bike dibîne ku di rêzefîlman de jinê hertim xirab nîşan didin."
*Jinên Kantonê di xebatên sererastkirina trafîkê de cihekî girîng û roleke çalak dilîzin. Têkildarî vê mijarê endama Rêveberiya Trafîkê Kewser Şaşo; axivî: "Jinê di şoreşa Rojava de rolekî bingehîn di hemû qadan de dilîze. Di nava Asayîşê de jî pêşengtî dike."
*Rêveberiya Dîwana Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Şehnaz Ebdo diyar kir ku şewtandina 19 jin û zarokên Êzidî li Mûsulê bi destên çeteyên DAIŞ'ê kiryareke li dijî mirovahiyê pêk hatiye û pêwîste herkes bertek nîşan bide.
*Tanya Muzîndan ya salî ku li bajarê Zînbabve ya Arîkayê motokrose, hede dike ku di şampiyoniya jinan a Cîhanê ya Ewropayê de rekorê bişikîne.
* Ev 5 salin jin di qadên cuda yên Atolya Hêvî Jina ya girêdayî Şaredariya Êlihê de xebatên xwe berdewam dikin. Jinan atolyek nû vekir û diyar kirin ku ew dixwazin bigihîjin hemû jinan.
*Li hember gotinê Serokmar Recep Tayîp Erdogan ya "Yê ku dayîkbûnê nepejrîne ew nîv jine" bertekê jinan her ku diçe mezin dibe. Jinên Wanî gotin, "Kes şirîkê bedana me nîne. Kes nikare li ser bedena me biryara bigre û baxive. Erdogan bi van gotinên xwe jî dijminatiya xwe ya li dijî jinê jî radixe berçavan."