Li Colemêrgê gelek cih bi navê 'Herêmên ewlehiya taybet' tên qedexekirin
12:46
Hezîran
10
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG – Gelek herêmên Colemêrgê ji aliyê walitiyê ve di bin navê "herêmên ewlehiyê yên taybet" de heta 26’ê Hezîranê hatin qedexekirin.
Walitiya Colemêrgê ku beriya niha gelek herêm qedexe kiribûn, di bin navê "herêmên ewlehiyê yên taybet" de gelek herêman careke din qedexe kir. Di malpera fermî ya walitiyê de hat ragihandin ku qedexe dê heta 26’ê Hezîranê berdewam bike û ji ketin û derketina sivîlan re hatine qedexekirin.
Li gorî walitiyê herêmên hatine qedexekirin bi vî awayî ye: “Herêma gira Kilile, Cernil û qada Ganizark”
(kom/zt)