Li ber Emniyeta Cizîrê cenazeyek hat dîtin
12:56
Hezîran
10
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê nêzî Midûriyeta Polîsan a Cizîrê cenazeyê zilamekî 30-35 salî hat dîtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şev li taxa Konakê cenazeyê zilamekî 30-35 salî hat dîtin. Cenazeyê ku nêzî Midûriyeta Polîsan a Cizîrê bi awayeke li poşetekî naylon pêçayî hatiye dîtin aydî kê ye nayê zanîn. Cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
(zt)