Li taxa Nûrê xirapkirin niha jî berdewam dike
15:09
JINHA
SIRNEX – Li kolana Ozkanê ya taxa Nûrê a li navçeya Cizîrê bi hinceta "Qada bi rîsk' xerakirina xaniyan û malan berdewam dike.
Li naveçya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketinê kolanan bi şev berdewam dike. Li kolana Ozkanê ya taxa Nûrê de hêzên dewletê di bin navê “Îstimlaqa Lezgîn” û “ Qedexe bi riske” xaniyan xirap dikin. Dema ku xirakirinê malan dest pê dike di bin çavdêrî, kontrol û dorpêça polîs û leşkeran tê xirapkirin û tên talan kirin. Dema ku xaniyan tên xirapkirin welatî bertek nîşanê xirakirinê malan didin.
Welatî diyar kirin ku dema ku malan tê xirapkirin mala wan jî tê hêjandin. Welatiyan anî ziman ku ji aliye dewlet her roj malan saxlem tê xirapkirin û wiha gotin: “Vê meha remezanê de em nikarin heya sere sibê rakevin. Ew jî tên mala me li ser me de xirap kirin. Em di bin nava tozê de dibinin. Ev tişt şaşe. Em naxwazin mala gel bên xirapkirin. Gel feqire.”
(ekip/zt)