ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
*Nasrîn Afzalî diyar kir armanca esas ya pêşnûme qanûna ‘di rewşên taybet de ji bo jinan saetên xebatê bên kêmkirim’ ya ji aliyê Meclîsa Îranê ve hatiye amadekirin, eve ku jinan ji jiyana xebatê dur bixînin û got bi vê qanûnê re kar dîtina jinan zehmet dibe.
*Jinên li Qoserê diçin qursa erbaneyê ya ji aliyê Navenda Çan û Hunerê ya Şehîh Elî Temel dibin, hestên xwe derbasî enstrumanên xwe dikin. Jin dibêjin ‘Erbane qîrîna jinan e.”
* Gula hesretê (safran) di hundirê xwe de jahrekê dihewîne. Ew jî bandorê li ser sîstema rehan û jîyên navendî dike û xisarê dide gurçikan. Lewre hewceye zêde neyê xwarin. Gula hesretê ji bo reng û tamxweşkirina xwarinan jî tê xebitandin.
*Li bajarê Til Temirê Şukriye Salih bi karê destan û afrîneriya hunerê bûye navenda parvekirina jiyanê ligel jinan. Şukriye got, "Ez ji hemû kesê hêvî dikim ku xwedî li çand, dîrok û hunera xwe ya kevnar derkevin. Ji ber her diçe nirxan hunera karên destan kêm dibe, lê baweriya min heye ku dê heya dawiyê hunera destan bi saya jinên kedkar ku ji jiyanê hez dikin, zindî bimîne."
*Jinên k udi xebatên piştevaniya bi gelên Gever, Nisêbîn û Sûrê de cih digirin, tên depoyê û pakêtan amade dikin. endama Egîtîm Senê Arîn Zumrut bang li her kesî kir û got: “Niha em dest nedin hev, em piştgiriyê nedin hev emê pir poşman bibin. Ji kesên ku dibêjin mirovahî miriye re înat, divê em nîşan bidin ku mirovahî li ser piyane.”
*Baysal Peker ya dest ji xakê bernade, her hefte diçe gundê xwe yê Licê. Li gund yekem katlol çand û bi kelecan jî li bende encama wê ye.
*Li Wanê hêzên dewletê li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê bi maşîneyên zirxî her roj heya derengî şevê digere. Zarokên taxê jî bertek nîşanî vê yekê dan û wiha gotin, "Em êdî naxwazin polîsan li taxên xwe bibînin. Em dixwazin di nava kêfxweşiyê de lîstikên xwe bilîzin."
*Çîlem Dogan yê ku bi gotina "Ma her dem jin wê bimrin? Bila hindek mêr jî bimirin" di hişmê mirovan de cih girt, ji ber cezayê ku girtiye bertekê jinan zêde dibe. Jinan diyar kirin ku ew di warê parastina cewherî de Çîlemê ji bo xwe pêşeng dibînin.
* Endamên FKCS’ê di komkujiya salvegera Pirsûsê de wê li Cizîr, Kobanê û Pirsûsê bin. Endama SGDF’ê Ceren Çoban got: “Meşa me ya sala bûhrî di 20’ê Tîrmehê de dest pêkiriye wê bidome. Emê li Cizîrê di berxwedana gel de jî cihê xwe bigirin. Azadiya Kobanê azadiya jinê ye. Sala bûhrî şehîda Pirsûsê Ezgî ji JINHA’yê re axivî bû. Gotineke wê dibe rehbera jinên ciwan. Îro jî em dibêjin emê pêngavên Ezgî, Polen û Buşrayê bişopînin.”
* Me pênaseyê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ya "Jin nîvco ye" ji jinên li kolana pirsî. Jina jî hem bersiva pergala desthilatdariyê hem jî bersiva serokkomar dan.