ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Mamosteya Akedemiya Yekta Herekol a Huner Sîran Ehmed bi hunera destan û boyaxa ku li ser tuwalên xwe çê dike armanc dike ku bibe deng û hawara êşa gelan.

*Di encama lêkolînan de derketiya holê ku binevş ji bo xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan bandorek baş û erênî dike.

*Jinên navçeya Cindirêsê amûrên xwe ên dîrokî destar heya roja îro didin jiyandin. Henîfe Reş Koşkar diyar kir ku sed sale ew bi wê destarê genimê xwe dihêre û got tevahî gund jê sûdê digrin.

*KafeNÂ ku wek navendeke şîdetê hat avakirin, li dijî zimanê serdest yê mêr û her cureyê tehekumê nîşan dide ku kafeyek wê pêkan be.

*Bertekên li dijî gotinên zayendperest û newekhev yên li hemberî jinê yên serokkomar Tayyîp Edogan, her diçin zêde dibin. Endama Platfoma Jinan a Enqereyê Latîfe Demîrcî Kahya got şîdeta li ser jinê di dema AKP’ê de veguheriye qirkirinê û got: “Ji bo kujerên jinan hincetên sivik nîşan didin û ceza dadixînin. Ji ber vê jî cesaretê didin mêran. Ji bo ev qanûnên şîdetê teşwîq dikin bê guhertin, ji bo qezencên me ben parastin emê têkoşîna xwe bidomînin.”

*Hevberdevka KCD’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît polîtîkayên li ser HDP’ê tên meşandin nirxand û got dema Kurd dibin mijara gotinê AKP, CHP û MHP dibin wek yek partiyekê û got: “Li dijî van muxalefeta herî bi bandor, ya ku dengê bindestan didin bihistin HDP ye.”

*Şaredariya Wanê bi feraseta şaredartiya jinê xebatên xwe dimeşîne, ji bo jinê beşdarî aboriyê bike, li navçeyê bazarên taxê ava dike. Xebatkara şaredariya Erdîşê Şebnem Narîn armanca avakirina bazarê wiha vegot: “Bazar wek çandekê ye. Ya ku vê çandê bide jiyîn jine. Armanca me eve ku em jinê derxin qada cemawerî û tevlî hilberînê bikin.

*Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û alîkariya Rojava, kampanyaya piştevaniyê ya tê meşandin her diçe zêdetir piştgiriyê dibîne. Jin jî ji bo piştgiriyê bidin tên depoya alîkariyê. Jin piraniya dema xwe li depoyê derbas dikin û dibêjin divê her kes vê berpirsyariyê bigire ser xwe.