ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Şirnexê 3 hezîranê reyedaran daxuyaniyeke fermî nedabin jî "operasyon bi dawî bûn", welatiyên bajar ên ku 3 meh in li derve di konan û navçeyên Şirnexê de dijîn diyar kirin ku dewlet mala wan xirap jî bike ewê biçin malan xwe cardin avabikin.

*Xebatkarên çapemeniya azad li hemberî tindî, binçavkirina gotin; "Her çendî dewlet binçavkirin û girtinan bidomîne jî em teqez astengiyan nasnakin. Her çiqasî gelek hevalên me di hindirdene jî lê emê nivîsîna rastiyan berdewam bikin."

*Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) amadekariya vekirina firinek taybet ji bo malbatê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dike.

*Hevseroka Meclisa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê, Edalet Omer têkîldarê pêşketinên Hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê û Hemleya Şehîd Faysal Ebû Leyla ya ku li Minbicê hatiye dest pê kirin wiha got, "Bi têkoşîn û rêxistinbûna gel a ku vê pêvajoyê de hatî nîşandan, wê tevahî axê gelan ji dagirkeriya desthilatdariya DAIŞ'ê bê rizgar kirin."

*Hunermend Julide Kural, balkişand ser tindiya ser huner û civakê û got: "Di pêvajoyên şer û kaosan de carnan gotina hunermendan ji ya siyasetmendaran hînzêdetir dikare bandorê ser civakê bike."