Weqfa Jina Azad zewaca di temenê piçûk de dixîne rojevê

16:04

JINHA

QAMIŞLO - Li Navenda Weqfa Jina Azad a Qamişlo bi beşdariya tevahiya nûnerên rêxistinên jinan civînek taybet hat li darxistin û encama lêkolîna Weqfa Jina Azad di derbarê zewacên temenên biçûk de hat eşkere kirin.

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê Weqfa Jina Azad li navenda xwe bi tevlîbûna nûnerên rêxistina jinan civînek li dar xist. Civîn bi xwendina belgeya ku di encama lêkolîna Weqfa Jina Azad ya têkîldarê zewacên temenê biçûk de dest pêkir. Li gor vê bîlançoya ku ji 1676 kesan di derbarê zewaca di temenê piçûk de pirs hatiye kirin %86.5 dijîtiya vê yekê diyar kirine. Lê belê li gor encama lêkolînê hîna li Rojavayê Kurdistanê zewaca di temenê piçûk de bi awayeke veşartî berdewam dike.

Piştî belge û bîlanço hate xwendin sedem û pirsgirêka zewaca di temenê piçûk de hate gotûbêj kirin. Jinan di civînê de axivîn û balkişandin ser rolê malbatan di warê xwedî kirina zarokan. Her wiha bandora neyînî ya jiyana kapîtalîzmê ku zarokan ber bi jiyanên xeyalî û biryarên şaş ve dibin, hate ziman.

Wek nêrîna hevbeş ya nîqaşan jî hate gotin ku divê perwerdeyên ji bo malbat, mamoste û zarokan li ser texrîbatên ku zewaca di temenê piçûk derdixîne holê were dayîn. Ji bo vê jî hate pêşniyarkirin ku Kongreya Star, Weqfa Jina Azad û Desteya Perwerdeyê bi şêweyeke hevbeş li ser vê xalê bisekinin û xebatên perwerdeyê li komîn û taxan jî werin kirin. Rêveberên Weqfa Jina Azad jî diyar kirin ku ew ê lêkolîna xwe têkîldarê mijarê berdewam bikin.

(zo/en/rc)