Kongreya Ster: Pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla wê bibe dawiyê DAIŞ'ê

16:23

JINHA

QAMIŞLO-Kongreya Star di derbarê Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxiyaniyê de hate gotin ku ev hemle dê dawiya DAIŞ'ê bîne.

Kongreya Star têkîldarê Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hat gotin: "Di sedsala 21'an de berxwedana dîrokî ya ku cîhan hejand berxwedana gelê kurd e. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevala Arîn Mîrkan bû felsefeya jiyanê û di nava xwe de hemû planên hêzên çete wek DAIŞ û hevkarên wan pûç kir. Ev têkoşîn bû bersiveke mezin ji tevahiya êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê. Pêngava Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla berdawama hemû pêngavên di pêvajoya şoreşa Rojava. Ev hemle dê bibe hemleya bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ'ê li ser axa Rojava û Sûriyê. Di heman demê de ev hemle dê bibe bidawîkirina sîstema kolekirin û destdirêja li ser jinan"

Di daxuyaniya Kongreya Star girîngiya stratejîk ya bajarê Minbicê hat ser ziman û wiha domkir, "Ev bajar xwedî girîngiyeke startejîk e ji bo vebûna rêya di navbera Kantonên Efrîn û Kobanê. Her wiha bi rizgariya Minbicê dê deriyê azadiyê li ser Sûriyê vebe û boriya nefesê ya DAIŞ'ê jî were birîn. Bersiva herî rast ji pêngava qehremanî ya ku bi hemleya rizgarkirina Minbicê hatiye dest pêkirin, bilindkirina têkoşînê û xurtkirina berxwedanê ye. Em wek Kongreya Star nêzîkatiyên Koalîsyonê ku vê hemleyê berovajî nîşan didin şermezar dikin û bangê hemû gelên Sûriyê bi taybet jinan dikin ku xwe di her warî de birêxistin bikin û xwedî li berxwedana li Minbicê derkevin."

(en/rc)