Mala Xabûr a Kesên Temen Mezin vebû

16:43

JINHA

TIL TEMIR- Ji bo alîkariya kesên temenê mezin, di bin sîwana Lijneya Jinên Dêrê de 'Mala Xabûr ya Kesên Pîr' hate vekirin.

Îro Mala Xabûr ya Kesên Pîr li taxa Aşûriyan ji hêla Lijneya Jinên Dêrê ve bi merasîmekê hate vekirin. Di vekirinê de rêxistinên Aşûrî, Lijneya Jinên Dêrê, endamên Kongreya Star, TEV-DEM, rahîb Bav Boxos Îşaya, hêza Parastina Xabûr û gelên Aşûrî beşdar bûn. Di merasîmê de rahîb Bav Boxos Îşaya axivî û got "Vekirina vê malê, li her kes pîroz dikim, ev gaveke pir pîroz e, gerek em xwedî li pîrên xwe derkevin. Niha du jinên temen mezin li malê de ne. Divê herkes piştgirî bide Mala Xabûr."

(rh/lç/rc)