Xwendekaran banga piştgiriyê ji bo malbatên Nisêbînlê kir

16:50

JINHA

MÊRDÎN - Xwendekarên li zanîngehên Enqere û Çukurovayê dixwînin, hatin Nisêbînê û albatên bi zorê ji cih û warên xwe hatine kuçber kirin, ziyaret kir û jibo malbatanxebatên piştgiriyê dan destpêkirin.

Komek xwendekarên zanîngehên Enqere û Çukorovayê, ji bo piştgirî û ji nûve avakirina navçeya Hezexê ya Şirnexê xwestin biçin Hezexê, hatin astengkirin, li ser vê vegeriyan navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê. Xwendekarên çûn serdana Nisêbîniyên ku bi zorê ji hêla hêzên dewletê ve ji malên wan hatibûn derxistin û ji bo piştgiriyê dest bi xebatê kirin. Xendekar di çarçoveya xebatên kampanyayê de çûn Bankaya Qût ya ji hêla Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li vir pakêtên alîkariyê ku ji bo malbatan dihatin amadekirin de cih giritn.

Xwendekarên demekî pakêtên alîkariyê amade kirin, bang li raya giştî kirin ku ji bo piştgiriya malbatan dive xebat bên berdewam kirin.

(rc)