ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Nerazîbûnên li beramberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê, zêdetir dibe. Jinên bajar diyar kirin ew ê di her şert û mercî de xwedî li Rêberê xwe derkevin.

*Rojnamegerên jin diyar kirin ku zext û girtinên li ser rojnamegeran girêdayê bûyerên li Kurdistanê tên jiyînê ne û wiha gotin: “Ger ew tinebûna me ji herêmên qedexe nekarî agahî bigirta. Azadiya hevpîşeyên me azadiya me hemûyane.

*Jina Ereb Menal El Ebd a ku di temenê zaroktiyê de hatiye zewicandin diyar kir ku divê tu malbat li hember zarokên xwe vê îşkencê pêk neyîne û xeyalê wan yê jiyanê tune nekin.

*Zarokên gundê Halûla ya ser bi bajarê Minbicê, ji ber gundê wan ji dagirkerî û zordestiya çeteyan rizgar bû kêfxweşin û ev kêfxweşî bi rûkeniya çavê wan diyar dibe.

*Komeleyên LGBTÎ, têkildarî komkujiya nefretê ya li Orlando hatiye kirin de banga têkoşîna hevpar kir. Komeleyan diyar kir ku di nav siyaseta reel de li hemberî LGBTÎ’yan gotinên nefretê zêde bûne û bûne hedefa sereke ya komên îslamî yên radîkal ku ji aqilê dewletê re xizmetê dike. Komeleyan diyar kir ku wê di Hefteya Rumetê ya Transan de ji bo êrîşan bêjin ‘kujer meşhur’.

*Jinên bajarê Hesekê têkîldarê girîngiya perwerdê nêrînê xwe anîn ziman û wiha gotin, "Perwerde çeka zansit û zanebûnê ye, ji ber wê divê her jinek tevlî perwerdeyan bibe û ji bo xwe bike bingeha avakirina jiyaneke serkeftî."

*240 esnafên di bin Pazar Gel a Mezin de ku xwedî paşerojeke 20 saliye, de hatin cem hev û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Ji esnafên bazarê yên jin Hanîfe Guzel diyar kir ku di bazarê de derbasî pergala hevserokatiyê bûne û got ew hewl didin ji pirsgirêkên jinan re bibin çareserî û got: “Me berê jî nîqaş dikir. Lê niha em hêza xwe ji pirsgirêkên xwe re dibin çareserî.”

*Serokatiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîsyona Aboriyê ya KCD’ê li gudan projeya ‘Kooperatîfa Çandiniya Organîk’ didin destpêkirin.Bahar Akyapi ku nasandina vê projeyê de cih digire diyar kir ku armanca wan eve k udi çandiniya organîk de cudabûnê ava bikin û belav bikin.

* Rahime Tuna ku ji bexçê Turba Suleyman Şah Surê giya bi şîfa kom dike aboriya mala xwe pe dike. Rahime yê diyar kir ku divê di navbera karê biçuk û mezin de cudabûn nîne.