Menala ku biçûk hatî zewicandin jiyana xwe vegot

09:03

Rûken Dêrik/JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Jina Ereb Menal El Ebd a ku di temenê zaroktiyê de hatiye zewicandin diyar kir ku divê tu malbat li hember zarokên xwe vê îşkencê pêk neyîne û xeyalê wan yê jiyanê tune nekin.

Zewaca di temenê piçûk de yek ji binpêkirina mafên mirovan e ku li piraniya welatên Rojhilata Navîn rewa tê dîtin. Carna jî ligel qanûnên welatan, malbat bi awayeke veşartî zarokên xwe yên keç di temeneke piçûk de dizewicînin. Li Rojavayê Kurdistanê bi Zagonên Jinê re zewaca di temenê piçûk, wek tewan tê dîtin û ciza li kesên ku zarokên xwe didin zewicandin, tê birîn. Lê belê hîna jî carna bi awayê veşartî zewacên bi vî rengî pêk tên. Jina Ereb Menal El Ebd di 14 saliya xwe de dibe qurbaniyê vê tewana mezin. Menal diyar kir ku ew di temeneke piçûk de xistin bin bareke giran de.

'Xeyalê min ya xwendinê hebû'

Menalê diyar kir ku ew ji bajarokê Til Koçerê ye û got beriya du salan ji aliyê malbatê ve hatî zewicandin û wiha pêde çû, "Xewin û xeyalê min ew bû ku ez bixwîn im. Min xeyal dikir bibim mamoste û zarokan perwerde bikim. Lê min nedizanî ez ê di vî temenê xwe yê piçûk de bibim dayîk. Di temeneke piçûk de bareke giran danîn ser milê min." Menalê sedema zawaca xwe wiha anî ziman, "Ji ber pêkutiya malbatê ez zewicîm. Dayîk û bavê min ji hev cihê ne. Jinbava min hebû ku zilm li min dikir. Wan ez neçar kirim ku bizewicim. Qet ji min nepirsîn û nêrînê min negirtin. Hinekê jî rewşa me ya aborî nebaş bû. Ev jî ji wan re bû hincet ku min bidin mêrekî. Hevjînê min tevlî nav hêzên Asayîşa Gel bû û di hemleya Şehîd Rûbar de şehîd bû. Ez ducanî bûm. Niha keçek min heye"

Zaroka dibe dayîka zarokekê

Menalê bilêv kir ku ew hêviyê xwe yê jiyanê wenda nekiriye û wiha pêde çû, "Ez paşve nevegerîm. Min hêviyên xwe mezin kirin. Ji ber li Rojava ev derfet heye ku jin bixebitin, xwe perwerde bike û jiyana xwe biborîne. Lewma ez tevlî perwerdeyên ku li bajarokê hatin vekirin bûm. Ez bi nêrînên Rêber Apo yên derbarê jinê de matmayî mam. Ango ez bûm heyranê wan gotinan. Bi rastî jî Rêber Apo jinê hîs dike, jinê fêm dike û tevahiya tiştên ku pêşniyar dike jî li gor pêdiviyên jinê ne. Bi fêrbûna ramanê Rêber Apo re min çêtir naskir ku çi bi serê min anîne û hêrsa min li beramberî zewaca zarokan bêtir bûye. "

'Dê keça min azad biryar bide'

Menalê da zanîn ku ew ê nehêle ku keça wê weke wê bibe qurbanê tewanek giran û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez ê wek dayîk tucar tişteke wiha bi keça xwe nekim. Keça min dê mezin bibe, bixwîne û her biryara ku bigre bixwe azad e." Menalê di dawiyê de bang li tevahî malbatan kir ku li hember zarokên xwe vê îşkencê pêk neyînin û xeyalê wan yê jiyanê tune nekin.

(en/rc)